İzin Tercihlerinizi Özelleştirin

Verimli bir şekilde gezinmenize ve belirli işlevleri gerçekleştirmenize yardımcı olmak için çerezleri kullanıyoruz. Aşağıda her izin kategorisi altında tüm çerezler hakkında ayrıntılı bilgi bulacaksınız.

"Gerekli" olarak sınıflandırılan çerezler, sitenin temel işlevlerinin sağlanması için gerekli olduklarından tarayıcınızda saklanır.... 

Her Zaman Aktif

Güvenli oturum açmanın sağlanması veya izin tercihlerinizin ayarlanması gibi bu sitenin temel özelliklerinin etkinleştirilmesi için gerekli çerezler gereklidir. Bu çerezler kişisel olarak tanımlanabilecek hiçbir veriyi saklamaz.

Görüntülenecek Çerez Yok

İşlevsel çerezler, web sitesinin içeriğini sosyal medya platformlarında paylaşmak, geri bildirim toplamak ve diğer üçüncü taraf özellikleri gibi belirli işlevlerin gerçekleştirilmesine yardımcı olur.

Görüntülenecek Çerez Yok

Analitik çerezler, ziyaretçilerin web sitesiyle nasıl etkileşimde bulunduğunu anlamak için kullanılır. Bu çerezler, ziyaretçi sayısı, hemen çıkma oranı, trafik kaynağı vb. gibi metrikler hakkında bilgi sağlamaya yardımcı olur.

Görüntülenecek Çerez Yok

Performans çerezleri, ziyaretçilere daha iyi bir kullanıcı deneyimi sunmaya yardımcı olan web sitesinin temel performans endekslerini anlamak ve analiz etmek için kullanılır.

Görüntülenecek Çerez Yok

Reklam çerezleri, ziyaretçilere daha önce ziyaret ettiğiniz sayfalara göre özelleştirilmiş reklamlar sunmak ve reklam kampanyalarının etkinliğini analiz etmek amacıyla kullanılır.

Görüntülenecek Çerez Yok

VVV_Kurtce-logo-web

KESK çi ye?

Rêxistina sîwan a sendîkayên karûbarên giştî

Têkoşîna xebatkarên karûbarên giştî ji nîvê salên 1980î ​​ve ji bo mafên sendîkayan, herweha mafê grevê û peymana kolektîf, bû sedema avakirina sendîkayan. Ev sendika di sala 1995an de Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) wekî rêxistineke sîwan ava kirin.

Tekoşîna sendîkayan & Tevgera Xwendekaran & Tevgera Jinan

Derbeya leşkerî ya 12ê Îlon 1980î li Tirkiyê atmosfereke zordestiyê û tirsê afirand.

Di vê demê de têkoşîna sendîkayî ya kedkarên karûberên giştî, tevlî ciwanên xwendekar, çîna karker û tevgera jinan bû parçeyek girîng a tevgera muxalefeta demokratîk û civakî ya li Tirkiyeyê.

Kedkar bi çalakiyên afirîner daketin qadan. Li dijî windakirina debarê û mafên civakî nerazîbûn nîşan dan û grevên serkeftî pêk anîn.

Avakirina sendîkayan – mafekî rewa

Di destûra bingehîn a 12’ê Îlon 1980î de behsa mafê kedkarên karûbarên giştî ya ji bo avakirina sendîkayan nehatibû kirin. Karkeran di wê baweriyê de bûn ku avakirina sendîkayan mafekî rewa ye ku bi peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî îmze avêtiye ji bo wan hatiye garantîkirin. Girêdayî vê ji bo parastina mafê xwe “tekoşîna rewa ya rasterast” meşandin.

Cezayên dîsîplînê, pêvajoyên hiqûqî, cezayên girtîgehê

Rayedarên dewletê nebûna rêziknameyên li gorî makeqanûnê wekî “qedexe” nirxandin. Bi sewqên cezakirinê, cezayên dîsîplînê, darizandin, cezayên girtîgehê û bi tundiya ji aliyê hiqûqê ve, hewl hat dayîn ku têkoşîna rêxistinbûyîna sendîkayan bê tepisandin.

Rayedarên bilind ên herêman serlêdanên avakirina sendîkayan qebûl nekirin. Deriyên sendîkayan hatin mohrkirin.

Bedela ji bo karê sendîkayî

Di destpêka salên 1990î de, gelek endamên sendîkayan di bin çavan de bi awayekî nepenî winda bûn an jî bûn qurbaniyên kuştinên ku qet nehatin ronîkirin. Bi taybetî li herêmên ku di bin rewşa awarte de bûn, bedela xebata sendîkayan gelek giran bû.

Demokratîkbûn, edaleta civakî û aşitî

Lê dîsa jî sendîka bûn rêxistineke hiqûqî ya demokratîk a bi bandor. Ew bi giştî ji bo mafên civakî û berjewendiyên aborî yên karmendên karûbarên giştî û her weha ji bo demokratîkbûn, dadweriya civakî û aşitiyê tekoşînê dimeşînin. Ji ber vê yekê KESK û sendîkayên girêdayî wê ne tenê berjewendiyên kedkaran diparêzin, ev rêxistin di heman demî de bi giştî mafên mirovan diparêzin.