Tevî daxwazên demokratîkbûnê, di nav KESK’ê de jî avasaziyên serdestiya mêr bi bandor bûn. Ji ber vê yekê jinên KESKê bi riya têkoşînên dijwar û bi dehan salan ve wekheviya zayendî pêk anîn.
Jinên KESKî kî ne?
Jin – sêyek endamên sendîkayan
Sêyeka endamên sendîkayên di nav KESKê de ne, ji jinan pêk te.
Di sendîkaya xebatkarên perwerde û zanistê de rêjeya endamên jin nîvenîv e.
Rêjeya jinên sendîkayî yên di karûbarên tenduristiyê de ne, ji ya mêran zêdetir e.
Jin – çaryek di nav dezgehên biryardanê de
Rêjeya jinan a di dezgehên biryargirtin û rêveberiyê yên sendîkayên KESK’ê de li gorî sendîka û komeleyên din gelekî zêdetir e.
Lê dîsa jî jin li wir jî kêm tên temsîlkirin. Her çend jin sêyeka endamên sendîkayê pêk tînin jî tenê çaryeka nûnerên komîteyan ji jinan pêk tênn,.
Sekreteriya Jin
Di KESKê de ji damezrandina xwe ya sala 1995an vir ve, ji bo birêxistinkirina jinan û pêşxistin û bicihanîna tedbîrên ji bo wekheviya zayendî, sekreteriya jinan heye.
Sekreterên jinan ên KESKê û Egîtîm Senê bi komîsyonên jinan ên sendîkayên din re kampanyayên wekheviyê yên bi bandor li dar xistin.
Jin bi kampanyayan xwe hewl dan ku pêkanînên cihêkariyê yên di karûbarên giştî de ji holê were rakirin, weke mînak li hemberî qedexekirina lixwekirina pantorê dema kar de, ji bo qanûnîkirina betlaneya jidayikbûnê û ji bo mafê jinan di hişmendiya gel de were pêşxistin gelek kampanya lidarxistin. Bi vê yekê wan sendîkayên xwe jî guhertin.
Kotaya zayendî, butçe ji bo xebatên jinan, hevserokatî
Îro di nav KESKê de û piraniya sendîkayên girêdayî wê de, di dema dagirtina meqaman de kotaya zayendî tê sepandin û ji bo tevlîbûna wekhev a jinan a di nava KESKê û sendîkayên girêdayî wê de, ji bo xebatên jinan butçe tê veqetandin.
Ji bo xuyabûna jinan di erkên nûnertî û berdevkiyê de zêde bibe û ji bo parvekirin û veguhertina hêzê pêk were, di KESKê de pergala hevserokatiyê tê meşandin û tê armanckirin ku sîstema hevserokatiyê bigihîje hemî sendîkayên girêdayî KESKê.